Jiyanname
Sala 1958 tan de li gundê Musika herêma Merdinê hatiye dine. Bavê wi dengbêjekî di herêmê de naskiribû. Zarotiya xwe li civata bavê xwe, li ber stran û serpêhatiyên Kurdi derbaskir û ev bû sedem ku bala xwe bide denbêjiya Kurdi…
Cara yekem radihişte bastonê bavê xwe û bi dev û lêvên xwe denge tembûrê derdixist û bi vî awayi hesreta xwe ya denbêjiyê diani ziman. Pişti demekê pêlava xwe da çerchiyekî û tutuk (bilûr)ek ji xwere kirî. Êdî amûreke wi muzîkê hebû. Sibê heta evaran li trutukê dixist.