Hozan Canê
Ez di sala 1969an de li bajarê Erzerom navca Qereyaziyê hatime dinê. Dibistana serete jî, li heman navcê xelaskir. Min dibistana navendî li bajarê Edenê qedand. Pistî wê jiyana min ê muzîkê destpêkir. Di dipistana ASM û Arîf Sag de, bi alîkariya mamiste Ferqîn Şiyar û Kazim Bora, sê salan dersa deng û stranbêjiyê girtim. Ji bo kaseta xwe ya yekem, di studyo ASM de xebitîm. Mereq û heskirina muzîkê di dilê min de, hê ji picûktayiyê ve destpêkiribû. Ez di wan deman de guhdariya Radyoya Erîwanê dikirim. Kêfa min pir ji stranên Meryem Xan, Eyşe Şan û Şakiro re dihat. Ez bi hunermenden mezin re Eyşe Şan û Şakiro´ra xebitim. Daxwaza min ew bû ku bibim hunermendeke mezin wek Meryem Xan. Mîna wê stranên Kurdî bistirim, bêjim û rêya wan hunermendên bisopînim. Pistî xebata sê mehan li studyo ASM ê, li ser navê " Rê Waye, lê lê lê Dayê" bi rêya Fîrma Ataman kaseta min a yekem derket piyasê (hole). Li du viya, kaseta " Hozanê Kurdî" ku bi hin hunermendên din re xebateke hevbes bû, derket.
Di bin zor û zehmetên li Tirkiyê, ligel van xebatên kasetan min, konseren jî cêdikir. Ji ber van xebatan ji, polêsên Tirk her tim ez dawetê qereqolan dikirim, êskence û zehmetî didan kisandin. Herwiha, di konsereke xwe dehatim girtin û birîndarkirin. Ji bo ku êdi derfetên xebata hunerî nemabû, mejbûr mam derketim derveyî welat.
Xebata min ê muzîkê li Elmanya, di bin banê Akademiya Cand û Hunera Kurdî de domkir. Pistî cend salan, bi rêya Kom Muzîkê min, kaseteke bi navê "Esqa Welat" derxist. Kaseta min á 5. mîn di studyo D&D Sound Production GbR de, bi navê " Wezîrê Min" derket. Kaseta min á bi navê "Wezîre Min" li Ewropa de ji alîye Fîrma Devran û li Tirkîyê de ji alîye Fîrma Devsan te belawkirin. Li hemû bayîyan tê belawkirin..
Canê
http://hozancane.com/index.php?newlang=kur


