Ehmedê Xanî
Ehmedê Xanî (1651-1707) wekî Feqiyê Teyran û Melayê Cizîrî yek ji helbestvanên herî mezin ên kurd e.
Peykerê Ehmedê Xanî (Zaxo)
Ehmedê Xanî, di sala 1651'ê de hatiye dinê. Cihê ku hatiye dinê tam ne diyar e. Li gor gelek lêkolîner û nivîskaran, ew ji êla Xaniyan bûye. Li ser cihê vê êlê dîtinên cuda hene. Li gor van dîtinan, cihê vê êlê ji Cizîra Botan heta derdora Wanê tê guhertin.
Dema ku 14 salî bûye dest bi nivisînê kiriye. Dema ku nivîsîna "Mem û Zîn"ê temam kiriye 44 salî bûye. Xanî li Kurdîstana Jorîn li Bajarê Bayezidê wefat kiriye. Gora wî li Bajarê Bazidê ye. Tirba Xanî ziyaretgeha xelkê ye.
Xanî, bi "Mem û Zîn"a xwe ya ku destana neteweyî ya neteweyê Kurd e, di dilê neteweyê Kurd de cihê bilindtirîn girtiye û bi wî awayî di nav gelê xwe de bûye "Xaniyê nemir."
Mem û Zîna Xanî di sala 1919an de li Stenbolê hatiye çap kirin. Seyda Hemze jê re dîbaçeyek nivîsandiye. Tê de dibêje ku Xanî Nûbihara xwe di sala 1094ê hicrî de nivîsandiye. Li gora vê tarîxê Beriya qedandina Memozînê bi neh salan.


