Skip to Content

Bi xêr hatî !

Tu bi xêr hatî malpera KurdWeb.com

Şivan Perwer

perwer.jpg

Şivan Perwer, 23'ê rêbendanê sala 1955'ê li gundê Sorî (kû li ser Siwêrekê ye û dikeve nêvbera Amed û Ruhayê de) xwedê daye. Bi eslê xwe ji Nisêbînê ye, lê sala 1950î de ji bo pevçûna navbera malbatan mecbûr man ku ji Nisêbînê derkevin.

Ciyê lê xwedêdayî herêmeke xwedî giyaneke (rûh) felsefî ya pir kûr e, mîna dirûvê erdnîgariya xwe. Ev dorhêl bi muzîkê tije ya û vê kûrahiya felsefi kabiliyeteke mezin ya mûzikê jî daye mirovan. Bapîrê Şivan Perwer, bîlûrvan û dengbêjeki mezin bû. Eywaneke aidê (xweserê) wî li gund hebû. Bê dost, bê mêvan, bê heval nedikariya bimîne. Li wan derhêlên nîzik kesên xwedi kabîliyetên çandeyî (mîna mûzîk, destan, çîrok û cûr be cûrên wêjeyê) mûheqeq dibûn mêvanê wi. Sohbetên wanên civakiyên bi muzîkê heya derengiya şevê domdikir. Dengbêj rûdiniştin bi saetan klasikên gelêriyên diroki bi dengên bilind dixwendin û dijiyandin. Mesela; Siyabend û Xecê, Evdalê Zeynikê, Eyşana Îbê, Evdî, Erebê, Bêmal, Delalê Qerejdaxi, Lawkê Metînî, Şêxa Delal, stranên govend û dîlan. Bi vî awayî ji êvarî heya derengiya şevê ji aliyekê bilûr, ji aliyê din keman, an jî dengê dengbêjan li kûrahiya rûhê insanan tesîr dikir, bi sedsalan ew paş de dibirin û ew mirovên bi van guhdarkirinan radizan gelek caran di xewnên xwe de jî ev bûyêr diditan. Ji aliyê din ve zordariya li Kurdistanê, zulma li ser ziman, çande û şexsiyeta mirovan hêj bêhtir jan (êş) dida mirovan û di pêşberê van tehdayiyan de kîn û nefreta di hûndirê wan de berhev dibû, hest (hiş) û evîna di hûndirê wan de veşartî digeriya ev qêrîn ji dikir kû bi ruhî, bi mirovînî xwe bi tayê jiyanê ve girêbide û dirûvekê muzîkî distand, dibû muzîk. Va ye di vî atmosferî de gelek caran di her bergehi de lehengên (qehreman) bênav digiheştin. Ango di têkoşîna li hemberê zordariyê de, di bûyerên çandeyiyên ji vê dirûvê jiyanê derdayî kes (şexis) derketine nêvengê (holê).

Your rating: None Average: 3 (2 votes)