Celadet Elî Bedirxan
Celadet Elî Bedirxan (1893 Stenbol-15ê tîrmeh 1951 Hêcanê/Şam) siyasetmedar, rojnamevan û zimanzanê kurd bû.
Celadet yek ji lawên malbata mezin a kurdan Malbata Bedirxanian bû. Ew wekî pêşengê nivîsîna kurdî bi tîpên latînî tê nasandin. Di warê lêkolînên liser zimanê kurdî gelek xebitîye û li surgûnê kovarên Hawar û Ronahî weşandin. Xebatên Celadetî bûn şengistê edebyata Kurmancî a hevçerix. Di jiyana xwe a siyasî da, Celadet pişikdarî gelek çalakîyên neteweperane bû, ew endamê Xoybûnê û yek ji damezirînerên wê bû.
Piştî şerê Bedirxaniyan dijberî Sultan Ebdilhemîdî, tevî malbata xwe ber bi Yemenê hat surgûn kirin. Piştî ko tevgera rizgarîxwaza Tirk bi seroktiya Mistefa Kemal Atatirkî bi serkeft, mafên Kurdan hatin berbendkirin, di vê demê da fermana bidarvekirina Emîn Elî Bedirxan û her sê lawên wî derket. Emîn û lawên xwe Sureya çûn Misrê, Kamûran û Celadet jî çûn Almanyayê. Wan li wir dest bi xwendina bilind kir. Celadetî xwendina bilind qedand û bawernameya doktoriya Hiqûqê wergirt. Li sala 1930ê, ew hat bajarê Şamê û dest bi xebata niştimanî kir. Di nav zebata Xoybûnê da endamekê pêşeng bû, ew yek ji beşdar û alîkarên Serhildana Agirî bû.
Bilî zimanê kurdî Mîr Celadet bi van zimanan jî dizanibû: inglîzî, fransî, elmanî, tirkî, farisî, erebî, yewnanî. Kovarên Ronahî û Hawar bi sernivîskariya wî derdiketin.
Ev Naverok ji Wikipedia ya Kurdî ye. Hun dikarin Lista nivîskarên vê naverokê li vir bibîbin.


