Celadet Elî Bedirxan (1893 Stenbol-15ê tîrmeh 1951 Hêcanê/Şam) siyasetmedar, rojnamevan û zimanzanê kurd bû.
Celadet yek ji lawên malbata mezin a kurdan Malbata Bedirxanian bû. Ew wekî pêşengê nivîsîna kurdî bi tîpên latînî tê nasandin. Di warê lêkolînên liser zimanê kurdî gelek xebitîye û li surgûnê kovarên Hawar û Ronahî weşandin. Xebatên Celadetî bûn şengistê edebyata Kurmancî a hevçerix. Di jiyana xwe a siyasî da, Celadet pişikdarî gelek çalakîyên neteweperane bû, ew endamê Xoybûnê û yek ji damezirînerên wê bû.