Ciwan Haco hunermendekî kurd e.
Ciwan Haco li sala 1957'ê li Sûriyeyê li bajarê Qamişloyê hatiye dinyayê. Piştî xwendina xwe ya lîseyê çû Elmanyayê û li wir kevte zanîngeha Bochumê. Ciwan li Bochumê sê salan muzîk xwînd. Piştra, bi şiklekê pîşekarane (profesyonel) dest bi derxistina kasêt û sêdêyan kir. Li Tirkiyeyê "Sî û Sê Gule", "Dûrî", "Bilûra Min", "Gula Sor", "Destana Egîdekî" û "Leyla" derêxistin. "Pêşmerge", "Serhildan", " Diyarbekir", "Girtiyên Azadiyê" jî li Ewropayê derêxistin.