Kurd çi dixwazin?

Beriya ku em bersiva vê pirsê bidin, pewîst e ku em berê hinek li rewşa cîhanê û tirk û kurdan mêzekin. Ku em rewşa xwe, ya Tirkiyê û ya cîhanê nizanibin, em nikarin tu polîtîkakê bimeşînin. Dinya bi lezekî wisan xwe diguherîne ku bi tu awahî mirov xwe nagihînê. Bi van guherandina hinek rêxistin û dewlet, cîhê xwe didin hinekên din. Bi terzekî din; zordest tim guherandinê bi awahê daxwaza xwe çêdikin. Ji mirov ra jî du rê dimînin. An gerek tu bi awahê guherandina cîhanê xwe nû bikî, an jî tu yê di vê guherandina han de windabibî û bibî tune. Ger mirov ji dîroka xwe û ji ya cîhanê dersekî negirtibe û ji xwe re rêkî bidest nexistibe, bê şibhe ev mirina mirova ye.

Lê, ji guhertinê ra jî, plan û programekî lazim e. Ku mirov nikaribe dinyayê bi gor daxwaziyên xwe biguhêrîne, pewîst e ku mirov bi angorê rewşa dinyayê xwe biguhêre. Îro em li rewşa dunyayê dinhêrin ku, şerr şerrê sîlahê nîne. Şerr, şerrê polîtîka û zanînê ye. Gelek dewletên ku ji berê da dijminê hev bûn, îro dibin dostên hev. Di vê rewşa han de, me çawa cîhê xwe girtiye û em çi dixwazin? Gerek em vê baş bizanibin. Lê mixabin di vê guhertina dunya ya bi lez da, tu car me cîhê xwe baş negirtiye. Di cenga cîhanêya yekemîn da hemî milletên di nav dewleta Osmaniyan da dixwestin ji xwe re dewleteka serbixwe ava bikin, lê me cenazê dewleta Osmaniyan dabû ser milên xwe û me dixwest bi tirkan ra bi biratî dewletekî çêkin. Em hatin lîstika xelkê û me li hember Îngilîz û Fransıza şerr kir, bi sed hezaran şehîd dan û dewleta ku bûbû wek cenazekî, ji dagirkeran xilas kir. Mixabin ku piştî dewleta tirk hate holê û cîhê xwe di nava dewletên dunyayê da girt, ji me re ji bilî kuştin û perîşaniyê zêdetir tiştek din nema. Bi sed hezaran kurd hatin kuştin û Kurdistan di gola xwînê da xemilî. Me vê nezanî û sucên xwe avêt sitûyê dewletên emperyalîst û Ewrupayê. Em rojek li ser kêmasiyên xwe nefikirîn. Jixwe, xweyî nederketina li kêmasiyan û tawanên xwe, nexweşîkî bi serê xwe ye û bawer im ku di herkesî da jî heye, bi taybetî di nexweşên ji aqilê xwe va !.. Çawan ku ew nexweşana dixwazin nexweşîna xwe veşêrin û kes pê nehese, wisan jî hinek insan hene ku gunehekî bikin, an ji wan ra xirav lê were, dixwazin wan gunehan bikin sitûyê hinekên din, û xwe paqij bikin û jê dûr kevin.

Em tim dibînin ku ji hinek mirovan kêmasîkî çêbe, wî kêmasiya xwe dike sitûyê hinekên din, an ku kes tunebe jî dike sitûyê Xwedê. „Çi bikim Xwedê wisa kiribû, qedera min wisa hatibû nivîsandin û wiha hat serê min“ dibêje û xwe ji kêmasiyan dûr dixe. Lê nafikirin gelo divî warî da min çi nezanî kir û çi kêmasiyên min hene!

Bi rastî, mirov dibê qey ku va nexweşiya di me hemî kurdan da heye. Bi taybetî di serok û rêberên kurdan de zêdetir e. Bi şasiyên xwe zirar û xisarekî wisan didin gelê kurd, ku sed salî va gela ji ber şaşiyên wan serok û rêberan pişta xwe rast nake. Wê çend salan bidin pêşiya vî milletî, vî milletî perîşan bikin dûv re jî wê van xetayên xwe bikin sitûyê dewletên dunyayê û xwe ji her gunehî paqij bikin.

Ji boy civînekî em hinek heval hatibûn dawetkirin û em jî, amade bûn. Bi rastî û bê fîşal (mubalaĝa) dema ez diçûm civînê bi rê da ez giriyam û min bi xwe bi xwe ji xwe re got; „Heywax li halê vî gelî, ku îro ev partî û rêxistinên hanê ji vî milletî ra pêşkêşiyê dikin.“ Lewra tu plan û programekî ji hinek rêxistinên Kurdan ji bo vî milletî tuneye. Kî çi dixwaze nizane, ne kifşe ye. Di civînê da hinek rêber û siyasetvanên Kurdan digotin „em Kurdistanekî serbixwe naxwazin, bila hinek mafên kultûrî bidin me, ji me re bes e.“ Hinekan digotin „em pirr tiştan bixwazin jiber ku dijmin hinek tiştan bidin me.“ Hinaka digotin „em hindike nin, ji me re mafên hindika bes in.“ Hinekan jî, hemî guneh û sûcên xwe dikirin sitûyê dewletan û xwe bêguneh dihîştin! Hinek jî, bi ketina Tirkiyê di Yekîtiya Ewrupayê da pirr kêfxweş dibûn û wekî Kurdistana serbixwe diket Yekîtiya Ewrupa !…

Herwekî ku tu sûc û gunehên siyasetvan û rêxistinên Kurdan tunebûn. Ya ku min fêm kir ku li ser vê doza Kurda tu planekî me tuneye. Em nizanin ku em çi dixwazin ku heya dunya û dijminên me jî bi gora daxwazên me bersiva me bidin. Çend bêje hene ku em wan wekî benîşt dicûn û ji devê xwe dernaxin „ Emerîka emperyalîst e, dewletên Ewrûpa mafên mirovan nafikirin, bi komploya van dewletana ev hatiye serê me, Polîtîka dunyayê ji boy me gelê kurd tuneye“ û wek wan çend gotinên din.

Herkesek jê re hesabekî wî heye û xwe difikire. “Parti û rêxistinên mezin naxwazin ji xeyrê wan tu tiştekî din çêbe û ji vî gelî ra rêberiyê bike. Çawan ku Padîşahê Osmaniyan birayên xwe dikuştin ku mezin nebin li hember wan dernekevin, wisan jî hinek partî û rêxistinên Kurdan dixwazin hemî rêxistinên din, di bin lingên xwe da biperçiqînin û wan ji holê rakin, ji bo wê ye jî, ku tim tiliya xwe dikin nava rêxistinan.

Partiyên biçûk jî, çavên wan li belavbûn û qedandina partiyên mezin in, ku çi wext wê partî ji hevda bikevin û para xwe jê hilînin. Kes vî milletê bindest nafikire. Tu wext em naynê cem hevdû û ji xwe re polîtîkakî nameşînin. Li ser tu meselekî em nabin yek. Gotinekî pêşên ereba heye dibên ku “îttefeqû ala enlayettefeqû.” (Yanî li ser tu meselekî ku neynê bal hevdû û nebin yek biryar dan) Mirov dibêje qey ku va gotina ji boy me gelê Kurd hatiye gotin, ku tu demî em naynê bal hevdû û biryarêkî bi hev re nadin.

Ez bawer im ku di dîroka dunyayê da, bi qasî gelê kurd fedakar tu millet tuneye. Pirr caran li hember zilmê serî bilind kiriye û her car jî bi awakî pirr xeddar û barbar hatiye qetlîam kirin. Lê tu wext serî jî dananiye. Malê xwe, canê xwe di rêya vî milletî da daye lê şaşî û gunehên serokan nehîştine ku va gela bighîje mirad û armancên xwe. Hinek ji wan bi quwweta xwe zeîf bûne û nikaribûne ku dozê bibin serê, lê hinek ji wan jî bê plan û program derketine û êrîş kirine, lê di demek kurt da jî teslîm  bûne.

Kurd di demekî pirr kritik da derbas dibin. Di vî demê da gerek hemî kurd yek bin, ji hev ra dijminayê nekin. Şaşî û kêmasiyên hev bi biratî ji hev re bêjin, ne bi dijminatî. Dijminên me têra me hemiyan dikin, me hacet bi dijminiya hev nîne! Lê em vê jî bizanibin ku em ji dijmin ra çi xizmetî bikin jî, ji me ra bê fêde ye!.

Berî niha çendekî li Helsinkiyê (1) roja berendamîtiya Tirka dihat nîqaş kirin, hinek ji kurdan çûbûn meşê û dixwestin ku berendamîtiya dewleta tirka qebûlbibe. Bê şibhe berendamîtiya Tirka di Yekitiya Ewrupayê da ji wan ra gellek baş e. Ger tirk bibin endamê Yekitiyê, Kurdê Bakûr hew bikaribin Kurdistanekî Serbixwe bixwazin, -çawa ku hinek rêxistinên kurdan jî ewî naxwazin- lewra wê demê kurd ku serî bilind bikin wê ji tirkan zêdetir hemî Ewrupayê li hember xwe bibînin.

Tirkan di rojnameyên xwe da, bi wan Kurdan henek dikirin û digotin: „Kurdan hêjî dewleta tirkan nasnekiriye! Ji wan tirê ku ketina me ya YE ji kurdan ra tiştekî baş e! Ger ketina Yekîtiya Ewrupa, ji tirkan ra zirar û ji kurdan ra jî kar ba, va 36 sal e me ewqas lavê Ewrupayê nedikir ku em bikevin nava Yekîtiya Ewrûpayê!“

BI KURTÎ EV E KU „EM JI XWE PIRRTIR JI DIJMINÊN XWE RE XIZMETÊ DIKIN. EM KERR Û KOR Û LAL IN, LÊ ME HAY JI HALÊ XWE NÎNE. XWEZÎ ME BIZANIBA KU EM KÎ NE Û ÇI DIXWAZIN? SEROK Û RÊBERÊN ME ÇI DIXWAZIN?!!!!!………

M.Nureddin Yekta
01.06.2000

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir